Serokê USTADê Akgul: Weşana Kurdî ji bo pêvajoya çareseriyê pêngevake gelek xweş e

Serokê Komelaya Lêkolîn û Tehlîlên Stratejîk a Navneteweyî (USTAD) Ahmet Akgul der barê yekemîn salvegera weşana kurdî ya AAyê got ku “Weşana Kurdî ya AAyê di avakirina Tirkiyeya nû de û biserketina pêvajoya çareseriyê de bû pêngevake gelekî xweş.”

Nûnerên çapemenî û saziyên sivîl ên civakî yên li Mêrdîn, Batman, Sêrt, Bingol û Şirnexê dan zanîn ku Weşana Kurdî ya AAyê piştigirî da pêvajoya çareseriyê û avakirina Tirkiyeya nû.

Serokê USTADê Akgul destnîşan kir ku Weşana Kurdî ya AAyê ya ku par dest bi weşanê kir girîng e û got ku weşana kurdî piştgirî da avakirina Tirkiyeya nû. Akgul got ku destpêkirina weşana AAyê ya kurdî samîmî dît û axaftina xwe wiha berdewam kir:

Weşana Kurdî ya AAyê di avakirina Tirkiyeya nû de û biserketina pêvajoya çareseriyê de bû pêngevake gelekî xweş. AA ajansek e ku bi gelek zimanan weşanê dike. AA xebatên gelekî baş dike. Ev ji bo mirovên herêmî rewşeke gelek xweş e û em pê serbilind in. Înşallah dê ev bêtir pêş bikeve û bi awayekî baştir berdewam bike.”

http://www.aa.com.tr/kk/headlines/381987–aa